Mesrûr Barzanî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest

Mesrûr Barzanî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî xwest

Jan 26 2020

ARK NEWS ... Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber erdheja bajarê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê sersaxî xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî ragihand ku ew bi rêya telefonê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu axiviye û ji ber erdheja bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestiye.

Mesrûr Barznaî diyar kir ku wî li ser navê Herêma Kurdistanê, hevsoziya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyên erdheja Xartpêtê gihand Mevlut Çavuşoglu û hêviya başbûn ji birîdarên erdhejê re xwest.

428