58 sal ser komkujiya sînemeya Amûda re derbas dibin
Nov 13 2018
ARK NEWS .. Îro 13 Mijdarê 2018an 58 sal ser komkujiya Amûdê re derbas dibin .
Di 13/11/1960î û bi pilaneke pîlankirî sînemeya Amûdê li Rojavayê Kurdistanê hate şewitandin tê de 283 zarok jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn .
Piraniya zarokan kurd bûn bi tenê sê zarok ji nav 283 zarokan ereb bûn, û ew bûyer di dema yekîtiya Sûriyê û Misrê de bû .
Ta roja weke îro kurd bi dilekî xemgîn wê salê bi bîra xwe tîne û gelek hunermendên kurd ew bûyer di stranên xwe de gotine .
Ş.E
321