Qeter bi niyaz e konsolxaneyekê li bajarê Hewlêrê veke

Qeter bi niyaz e konsolxaneyekê li bajarê Hewlêrê veke

Jul 13 2023

ARK NEWS... Duh roja Çarşemê 12ê Tîrmeha 2023yan li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xalid Bin Hemed Alsilîtî Balyozê Qeter li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê girîngiya peywendiya di navbera welatê Qeter û Iraq û Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Qeter li Iraqê daxwaza welatê xwe ya ji bo vekirina konsolxane li bajarê Hewlêrê bi Serok Barzanî ragihand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pêşwazî li pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan û vekirina konsolxaneya Qeter li bajarê Hewlêrê kir.

Rewşa siyasiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

118