31 sal li ser terorkirina Cum'a Ebdilxenî re ji aliyê P*K*K ve derbas dibin
ARK NEWS.. Îro 31 li ser terorkirina Cum´a Ebdilxenî re li ser destê PKK li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê derbas dibin.
Di vê derbarê de, jêderekê ji mala Ebdilxenî hûrguliyên terorkirina wî eşkere kirin û got: Bi şêweyekî hovane hate terorkirin, û hindek ji kujeran niha li deverê bûne berpirs di rêveberiya PYD de.
Herwiha Nivîskar Welîd Hac Ebdilqadir di bûlteneke ARKê de ragihand, ku hejmarek çekdarên PKK yên nêzîk ji Şehîd Cum´a Ebdilxenî, piştî danîna pilana terorkirinê, ew li pêşiya mala wî û li pêş çavên zaroka wî (Ronahî), terorkirin, û serbar kir, hejmara çekdaran derdora 10an bû, û li cem xelkê deverê jî naskirîne û dikarin her kesekî ku rêgiriyê li wan dike, bikujin.
Nivîskarê Kurd diyar kir, ji beriya ku Cum´a şehîd bibe, dizanibû ku PKKê pilana terorkirina wî daniye, lê ji Dêrikê nederket.
Di derbarê sedemên terorkirina Cum´a de, Ebdilqadir tekez kir, ku Cum´a Ebdilxenî ji PKK cuda bû û rexne li kiryarên PKKê kir û ji ber vê çendê hate terorkirin, serbar kir jî, doseya şehîd Cum´a Ebdilxenî, dozeke siyasî ye ne civakî ye.
Cum´a Ebdilxenî xêzandar bû û Sê keçên wî hene.
223
