PKK, tasfiyekirin û kontrolkirina rêxistinên Kurdistanê ji bona xwe kir armanc

PKK, tasfiyekirin û kontrolkirina rêxistinên Kurdistanê ji bona xwe kir armanc

Apr 08 2023

Îbrahîm GUÇLU

Mistefa Kemal û hevalên wan piştî dewleta xwe ava kirin, tasfiyekirina neteweya kurd ji bona
xwe kirin armanc. Loma jî di destpêkê de tunebûna neteweya kurd û tirkbûna kurdan ji bona
xwe kirin felsefeya dewletê. Encama vê felsefeyê ji bona kurdan tune bikin, mafên neteweyî
yên kurdan xesip kirin, nave neteweya kurd û welatê wan Kurdistanê qedexe kirin. Axiftina
zimanê kurdî jî qedexe kirin. Ew kesên kurdî qise dikir, bi hepsê û bi pere hatin ciza kirin.

Lê kurdan ev yeka qebûl nekirin; ji bona mafên xwe yên neteweyî, xwe rêxistin kirin û
daxwazên xwe yên neteweyî anîn ser zimên. Dewletê dema ku kurd ji bona xwe xeter dît,
beriya ku kurd li hemberî dewletê bi awayekî organîzekirî tevgerên neteweyî yên Kurdistanê
rabe ser piyan, provovekirin, encama serhildanên neteweyî li Kurdistanê qetlîamên mezin
pêk anîn û gelê kurd bi awayekê kîtlewî sirgun kirin. Ji bona ku Kurdistanê û kurdan ji holê
rakin Tirk anîn li Kurdistanê bi cîh kirin. Bi vê siyasetê li Bakûrê Kurdistanê kurd xistin bin
kontrola xwe. Ji bona ku kurd li beşên din jî nebin dewlet û nebin otonom bi dewletên
dagirker re piştgirî kir.

Kontrola Dewleta Kemalîst ya Tirk, heta sala 1959an Kurd bêdeng xist. Kurd li ciyê xwe
nelivîn. Kurd ji derveyî siyaseta hatin hiştin. Li ser kurdan dîktatoriyeke Faşîst hat meşandin.
Dema ku di Dewleta Kemalîst ya Tirk de Rejîma Pirpartitî hat pejirandin, kurd bûn du beş.
Beşekî biçûk yên kurd piştgiriya partiya Kemalîstan CHPê kir, beşa mezin karbidestên
kurdan jî piştgiriya Partiuya Demokrat (DP) kirin. Lê li ser navê xwe nikarîn partiyan ava bikin
û siyasetê bimeşînin.

Li bakurê Kurdistanê di sala 1965an de Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (TKDP)
ava bû. Bi awayekî ne yasayî û îllegal ava bû. Dikarim bibêjim ku wê demê kurdan xweser û
li ser navê xwe siyaset meşandin û ji partiyên Tirkan re alîkarî kirin. TKDP bi taybetî jî bi
Partiya Karketrên Tirkiyeyê re (TÎPê) re siyasweta kurdî xweser û bi dizî meşand. Bi
awayekî yasayî avabûna DDKOyê jî siyaset û têkoşîna neteweyî ya kurd rengîn û kurtir û
firehtir kir.

Piştî Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971-an kurdan bi awayekî plural û ne yasayî partÎ û
rêxistin ava kirin. Dewleta Kemalîst ya Tirk ji bona ku dîsa li ser kurdan û Tevgera Neteweyî
ya Kurdan bandor û kontrol pêk bîne, tasfiye bike, stratejiyeke nû pejirand. Biryar da ku di
nav Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de rêxistina xwe ava bike. PKK, encama wê
stratejiyê ava bû û ket nav Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê.

Dewletê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê bi destên qedroyên kurd yên dîrokî ava bibûn, PKK
bi destê kesên biyanî yên Tirk û krîmînal ava kir. PKKê ji bona ku rêxistinên Kurdistanê bên
tasfiye kirin vatiniya xwe bi kûştina kurdan û kurdperweran û tasfiye kirina rêxistinên
Kurdistanê û amadekirina Darbeya Leşkerı ya 12ê Îlona 1980yî gelek baş pêk anî.

Pişt re jî ew mîsyona xwe li beşên din yên Kurdistanê pêk anî.

PKKê nûha li her çar beşên Kurdistanê jî, ji bona şerê wekaletê û berjewendiya Dewletên
Kolonyalîst vatiniyek û stratejiyeke dualî pêk tîne. Armanca wê ya esasî tasfiyekirin û ji
holêrakirina rêxistin û partiyên Kurdistanê ne. Heger dît ku derfet tune ye ku rêxistin û
partiyeke Kurdistanê tasfiye bike û jiholêrake, wê demê dixwaze ku wê partiyê/partiyan ji
bona xwe bike ûydû û duvik û xizmetrkar; wê rêxistin û partiyê dixw bin bandora xwe, wê
bêdeng dike.

Lê ji bona ku kurdperwerên serbixwe yên ji PKKê re mixalîf in çi di hûndirê PKKê de be û
him jî derveyî PKKê be, bi kûştinê tasfiye dike. Encama ev siyaset û stratejiya PKKê bi
dehhezaran kurd û kurdperwer li hemû beşên Kurdistanê hatin kûştin. Li Başûrê Kurdistanê
3500 pêşmergeyên qehreman kûşt. Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kurd kuşt û an jî
da kûştin. Li Bakurê Kurdistanê kûjerê bi deh hezaran kurdperweran e. Li Rojhelatê
Kurdistanê bû sedem ku bi sedan kes bên îdam kirin û bên kuştin.

PKK, piştî salên 1990î jî bi rêya partiyên xwe yên legal kurdpeweran û rêxistin-partiyên
Kurdistanê teslîm digre, dixe bin bandora xwe, ji xwe re dike xulam û dûvik. Vê yekê jî di
merhelaya hilbijartinê Herêmî û Giştî de e pêk tîne.

Wek tê zanîn ku li Bakurê Kurdistanê rêxistin û partiyên heyî xurt nînin û kîtlewî nînin. Kirîn û
bandorkirina wan hîn hêsantir bû. Kirîn û binbandorkirina wan bi yek û du şaredarî û
parlamenterî gelek hêsantir dibe.

Ew stratejiya PKKê, stratejiya Baasê ye. Baasê li Iraqê û li Sûriyeyê bi yek û du
parlamenterên hemû rêxistinên ereban xistin û dixin bin bandor û kontrola xwe. Ew partiyan
bê deng dibin. PKKê jî piştî ku partî û rêxistina bi serokşaredariyan û parlamenteran dikire,
dêngên wan tên birîn, ew êdî dibin dûvik û uyduyên PKKê.

PKK, pêşî gelek kes xistin bin bandora xwe û kurdpewerên bi navûdeng ku mixalıfên wan
yên xurt bi serokşaredarî û bi parlamenterî girtin bin bandora xwe. Şerafeddîn Elçî û Mîr
Mehmed Dengîr Firat ew du kesên ku digotin “PKKê rêxistina dewletê û kûjerê kurdan-
kurdpeweran û dijmnê kurdan e”. Ew kesan dostên Barzaniyan jî bûn. Ew kesan xistinin bin
kontrola xwe û bêdeng û bêrunmet kirin.

Pişt re jî DKDD, PDK-Bakur û PAK a Tirkiyeyê û beşek partî û Rêxistinên Îslamî (TeBeşek
Tevgera Azadiyê, Partiuya Azadî û İnsan) bi serokşarediyên bajarekon Û bi yek-du
parlamenterî kirin xûlam û duvik û bê deng kirin. Bi her awayî xistin bin kontrol û bandora
xwe.

PKKê bi vê stratejiya xwe, ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û Rêxistin-Partiyên
Kurdistanê xurt nebin, bi gel re pêweendişyên wan xurt nebe dikmeşîne. Lewra beşek gel
dema ku dibîne ku partî û rêxistin dikevin bin bandora PKKê û dibin duvik, wê demê dibêjin
ku “hewcedariya rêxistin û partiyên din li Kurdistan tune ne.” Piştgiriyê PKKê û rêxistina wan
ya leqal dike.

Wek tê zanîn Hilbijartina Serokkomar û Meclîsê li Tirkiyeyê di 14ê Gulana 2023an de ye.
PKKê, di vê hilbijartinê de jî, ji bona ku rêxistinên û partiyên Kurdistanê bixe bin bandor û
kontrola xwe, dengên wan bi her awayî bê birîn, xebat meşand û hewildana xwe xurt kir. Di
encamê de PSKê ya BOZYEL teslîm girt û xist bin kontrola xwe.

Armancek PKKê jî ew ku her çiqas temsîlkarê kurdan nebe jî, dixwaze diyar bike ku li
Bakurê Kurdistanê temsîla hemû kurdan dike, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê di bin
sîwan û kontroıla wan de ye jî. Ew jî bi vî awayî pazariya xwe bi partiyên Tirkan re û di vê
merheleyê bi Tîfaqa Milet re xurt dike.

PSKê ya BOZYELî, dema ji HAK-PARê veqetiyan, navê partiyê kirin pirsgirêk. Lê wê
demekê jî diyar bû ku sedemeke din ya stratejîk heye, ew sedem jî bi PKKê re ji bona
parlamenterî tîfaq çêkirine. Di HAK-PARê de Kemal Bûrkay û hevalên wî di derbarê vê
meselê de li pêşiya wan asteng bû. Diviya bû ku ji Kemal Bûrkay û hevalên wî xelas bibin.
Loma jî rêya hêsan parçekirina HAK-PARê bû.

Piştî ku PSK a BOZYELî ji HAK-PARê qetiyan her demê ji bona ku xwe bigînin PKKê hewil
dan. Salên pêşî, kurdperwer li pêş wan bûn asteng.Lê dDi encamê de serkeftı bûn û bûn
dûvika PKKê û ketin bin bandora wan.

PSKê ya BOZYELî, binbandorbûna PKKê ji qada kurdperweran derket. Bû manîvelaya lîstîk
û planên PKKê ye.

Diyar e ku dema PSKê ya BOZTYElî biryar da ku bikeve bin kontrola PKKê eqtîlkirina
hevalên xwe Mistefa Çamlibel û Rammazan Adiguzel û yên din qet neaniye bîra xwe. Ji bona
wan qetilkirina bi deh hezaran kurdperwer û kurdan li hemû beşên Kurdistanê nebûye girîng.

PSKê ya BOZYELî, stratejiya PKKê ya ku dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibe
girîng nabîne.

Zûlma Dîktatorya Baasê û PKKê li Rojavayê Kurdistanê girîng nabîne. Ji guhertina navê
Rojavayê Kurdistanê re “erê” dibêje. Erebkirina Rojavayê Kurdistanê re “erê” dibêje.

PSKê BOZYELî di hemandem ji bona xeyala demokratîkbûnê piştgiriya PKKê ya faşist dike.
Li aliyê din jî piştgiriya partiya sosyal-faşîst CHPê dike.

Diyarbekîr, 07. 04. 2023

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

186