Xwecehiya Serê Kaniyê ya ENKSê civîna xwe li dar xist
ARK NEWS... Roja Duşemê 30 Golana 2022yan, Encûmena xwecehiya Serê Kaniyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist, tê de serokekî nû ji xwe re hilbijart.
Li nivîsgeha encûmena rojavayî Qamişlo ya ENSKê, xwecehiya Serê Kaniyê ya ENKSê civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de jimareyek mijarên girêdayî bi rewşa rêxistinî û siyasî gotûbêj kirin.
Di civînê de, amadebûyan bi hûrgulî li ser dawîn pêşhateyên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, pêşveçûnên deverê bi giştî, û gefên Tirkiyê derbarê encamdana operasyoneke leşkerî nû bo ser Rojavayê Kurdistanê rawestiyan.
Di dawiya civînê de Ebdulrehman Me'ê wekû serokê nû ji encûmena xwechiya Serê Kaniyê ya ENKSê ji aliyê endamên xwecehiyê ve hate hilbijartin.
369
