Welatiyê nexweş Elî Naso di rêya ARKê re banga xwe gihand Herêma Kurdistanê

Welatiyê nexweş Elî Naso di rêya ARKê re banga xwe gihand Herêma Kurdistanê

Jul 05 2023

Rewşa welatiyê Rojavayê Kurdistanê Elî Neso gelekî xerab e, bi tenê bavê wî jê re piştevan e, lê temendirêjiya wî jiyana her duyan zehmet û aloztir kiriye.

Ji 10 salan ve li ser duşeka xwe dirêjkirî ye, ne dikare bilive ne jî karekî bike, her gavek bavêje ji xwarin be yan derketin be divê kesek pê re be da ku alîkariya wî bike.

Tenê xwena wan ew e ku bikarbin ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê derkevin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê da ku Elî çareseriya xwe bişopîne yan rêxistineke navdewletî derxîne welatekî Ewropayê û hêviyê ji wan re vegerîne.

Bavê ciwanê kurd ji ARKê jî behsa rewşa kurê xwe kir û got neştergerî jê re pêwîst e, û li Ewropayê egera serkeftina neştegeriyê 90 li ser sedî heye da ku pêşeroja Elî ronî bibe ji ber ku êdî ew jî bitemen bûye û nikare xizmeta kurê xwe bike.

Elî Naso ji gundê Axcelê yê bi ser bajarê Cindirêsê ve ye, sala 2013an dema li ser karê xwe bû, li Lubnanê ji avahiyekê de kete xwar û tûşî pûçbûnê bû, ji wê rojê ve êş û azaran dikişîne û tu pêşketine di rewşa wî çê nebûye û hêvî dike careke din tendirustiya xwe vegerîne û bi jiyana xwe şa bibe.


187