Efrîn .. Jineke kurd bi şêweyekî hovane hate terorkirin

Efrîn .. Jineke kurd bi şêweyekî hovane hate terorkirin

Nov 10 2018

ARK NEWS .. Li gundekî Efrîna Rojavayê Kurdistanê jineke kurd bi şêwyekî hovane hate terorkrin .

Jêderke taybet ji ARKê re ragihand ku di 8 /11 Mijdarê /2018an girûpek nenas li gundê Birc Ebdalo êrîş bir ser mala welatiyê bi navê Nezmî Sîdo Mihemed yê ser bi navenda bajêr ve û pere û zêrên wî dizîn .

Jêdere tekez kir ku dema êrîş hatiye ser mala Nezmî wan girûpan tûrek xiste serê dayika Nezmî ya bi navê Eyşe Henan û ji ber birîna henasê ser wê jiyana xwe ji dest da û şehîd bû .

Li gor agahiyan ku mala Nezmî li cem mala serkirdeyekî ji girûpên çekdar de ye û ta niha tu encamên lêkolîn û vekolînê derbarê wê yekê de derneketiye .

Ş.E

422