Zarokek ji bajarê Babê li Şehbayê bi teqîna mayînekê de şehîd bû
Dec 03 2020
ARK NEWS... Duh, li navçeya Fafînê yên derdora Helebê, mayînek teqiya di encamê de zarokek ji xelkê bajarê Babê jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.
Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine, duh mayînek li nav zeviyên zeytûnan li navçeya Fafînê ya Şehbayê teqiya, tê de zarokê bi navê Mihemed Kurdî Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.
Zarokê navbûrî temen 6 salî ye, ji gundê Qibasîn yê Babê û li Fafînê koçber bûye.
Ş.E
369
