H.N di şandina karwanên leşkerî de bo R. Kurdistanê berdewam e

H.N di şandina karwanên leşkerî de bo R. Kurdistanê berdewam e

Nov 04 2021

ARK NEWS .. Ev e çedn roj in , û Hevpeymaniya Navdewletî karwanên leşkerî rêdike Rojavayê Kurdistanê , herî dawî nêzî 40 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû .

Jêderek xwecihî ragihand ku Duh careke din û Hevpeymaniya Navdewletî karwanek leşkerî ku ji nêzî 40 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk ji dergehê Elwelîd yê hevsînorî derbasî nava xaka Rojavayê Kurdistanê bû , û piştire berev bajarê Hesekê û Dêra Zorê bi rê ket .

Jêderê serbar kir û got ku roja berî wê jî Hevpeymaniyê karwanek leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

286