3 keçên Efrînê di deryayê de bûne qurbanî

3 keçên Efrînê di deryayê de bûne qurbanî

Jun 06 2023

ARK NEWS... Yek ji çîrokên biêş û xemgîn yên ku penaxwazên kurdên Rojavayê Kurdistanê rastî hatine çîroka sê keçên kurd e, ku dixwestin jiyana xweştir li dervey welêt di aramî û seqamgîriyê de derbas bikin, lê qedera wan bû ku dawî bi jiyana wan were û xwen, hêvî û omîdên ku li pêş çavên xwe danîbûn, bi wan re di deryarê de bin av bibin.

Di 26ê Gulanê de nûçeya belema hejmarek koçberan li beravên Yûnanê wergera bû, belav bû, ku tê de kurdên Rojavayê Kurdistan hebûn, serbarî hejmarek ji kesên bi regez erbên Sûrî, lê navên ku hatine piştrastkirin ji kurdên Rojavayê Kurdistanê navê 3 keçan e ku ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne.

Di despêkê de termê Şêrîn Elî Kalo ku ji gundê Kurzêlê ye hat dîtin û naskirin, pişt re her yek ji Zêneb Sebrî Faris ji gundê Memila yê navçeya Raco û Coliyana Nedîm Necar ji gundê Kîmarê hatin dîtin û naskirin, ji wan 17 kesên din jî ku li gel wan bûn, hin term hatin dîtin hin jî ta niha winda ne, lêgerîn berdewam dike.

Li gorî jêderên nêzîk ji malbatê taybet dane zanîn ku her sê keçên kurd destgirtî bûn, û weke bi hezaran ji kesên ku danheva wan yan weke bi erebî bi lem Elşemil tê naskirin dereng ketin, xwestin bi rêyên nerewa xwe bigihînin Ewropayê, lê deryay spî hêvîyên wan daqurtandin.

Ji destpêka şerê Sûriyê ji ber nebûna aramî û ewlehî her weha lêgerîna li pey jiyaneke xweştir bi sedê hezaran xwe li rêya metirsîdar xistin çi di rêyên bejayî û darsitanan yan di rêyaên avî re rû li Ewropayê kirine, her dem çîrokîn weha derdikevin û bi hezaran bûne qurbanî û jiyan xwe ji dest dane, beşek ji wan jî ta niha çarenivî ne diyar di nava kesên windabûyê de ne.

267