Şepêla Pêşeroj: Kurdistana Sûriyê di metirsiyê de ye, ev jî hurguliyên amadekariyên êrîşê ne

Şepêla Pêşeroj: Kurdistana Sûriyê di metirsiyê de ye, ev jî hurguliyên amadekariyên êrîşê ne

Nov 07 2018

Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ragihand ku Kurdistana Sûriyê di metirsiyê de ye, û ew metirsî li stûyê PYD û PKK girt, û hurguliyên amadekariyên pêkanîna êrîşekê li ser navçeyên Kurdistana Sûriyê eşkere kirin.

Di daxuyaniyekê de, Şepêla Pêşeroj got ku ew pêşbînî dikin ku Hêzên Artêşa Azad wê bi piştevaniyeke asmanî ji Turkiyê, êrîşekê li ser navçeyê pêk bîne, û dibêje eger ew yek hat encamdan, PYD/PKK berpirs in di ber de, ji ber ku hebûna PKKê li Kurdistana Sûriyê dihêle Turkiyê pilana xwe bicî bike, herweha çûna PYDê bo navçeyên Erebî bû sedem ku komên ereb li dijî kurdan derkevin.

Şepêla Pêşeroj di daxuyaniya xwe de eşkere dike ku roja 01.11.2018an, Turkiyê hemû serkirdeyên girûpên çekdar yên ji Rojhilatê Sûriyê agahdar kirin ku xwe ji bo şerekî li Kurdistana Sûriyê amade bikin, girûpa Ehrar Elşerqiyê wê serkirdayetiya wî erkî rabe.

Roja 02.11.2018an girûpên Tecemu` El`edil, Tecemu` Şuhedaa Elhesekê û Tecemu`Ehrar Elmeskene tevlî girûpa Ehrar Elşerqiyê bi timamî bûn.

Şepêla Pêşeroj dibêje tê pêşbînîkirin ku komên Feyleq Elşam û Firqet Elşam û Firqet Elsultan Murad û Tecemu`Ehrar Elşerqiye, bi rêya dergehê Elra`î yê sînorî derbasî Turkiyê bibin, û ji wir bo sînorê Sûriyê ji aliyê bajarê Orfayê ve werin veguhestin û ji wir bereyeke şer li ser Kurdistana Sûriyê vekin, girûpên din wê ji Efrîn, Izaz û Babê berev Minbic û Girê Spî bilivin.

Şepêla Pêşeroj herweha dibêje girûpên Ehrar û Şuhedaa Til Rif`et û Encumena Leşkerî ya Mari`ê û Artêşa Elşemal, pêkanîna wê êrîşê ser navçeyên Kurdistana Sûriyê red kirine û dibêjin gerek ew êrîş tenê li ser navçeyên ku ji aliyê HSDê ve hatine dagîrkirin be, wate navçeyên derveyê Kurdistana Sûriyê.

Şepêla Pêşeroj bang li Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê kir ku bi erkê xwe rabe û civîneke awarte li dar bixe û rêyekê ji bo rêgirtin li ber bicîkirina wê pilanê, bibîne û metirsiyê li ser Kurdistana Sûriyê hilîne, herweha daxwaza ektîvkirina rola Pêşmergeyên Roj ji bo vê metirsiyê kir.

663