Xelata Emerê Le'lê bo helbestvan Silêman Azer

Xelata Emerê Le'lê bo helbestvan Silêman Azer

Nov 07 2018

Komîteya Xelata helbestvanê mezin "Rêncber" Emerê Le'lê, bi helkefta salvegera heftan ya koçbarkirina wî, ku roja şeşê Mjdarê ye, biriyar da xelata îsal bide helbestvan Silêman Azer weke rêzgirtin ji bo rola wî ya rewşenbîrî û xizimeta ziman û çanda kurdî.

Azer jidayikbûyê bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê sala 1965an e, ji sala 2014an ve li bajarê Boxom yê Elmaniyayê dimîne, derçûyê Peymangeha Çareserkirina ajelan e.

Dîwaneke Azer ya çapkrî bi navê "Awazên kelokirî" heye, û gelek destnivîsên ber çapê jî hene.

Helbestvan Emerê Le'lê xwediyê pênc dîwanên çapkirî ye:
Xem û sawêr – Çar çira –Tewafa yarê –Welat binase _ Evîn û welat

Herweha gelek destnivîsên Le'lê hene hîn nehatine çapkirin, di warên kultûr, hoz û babetine din.

Helbestên Emerê Le'lê ji aliyê gelek hunermendan ve hatine stirandin, mîna Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir, Se'îd Gabarî, Kin'an Şêxo, Bilind Ibrahîm, ji wan:
Xem û xeyalê - Ey lê gulê gula minê - Yarek min heye bi navê jîn e

Komîteya Xelata Rêncber ji her yek ji Xorşîd Şozî, Narîn Omer û Hişiyar le'lê pêk tê.

527