Zîndana Elrayî weke ya Seydnaya lê hatiye û bi sedan welatiyên Efrînê tê de ne

Zîndana Elrayî weke ya Seydnaya lê hatiye û bi sedan welatiyên Efrînê tê de ne

Jun 05 2022

ARK NEWS... Rêxistina Mafê Mirovan Li Efrîna Roajvayê Kurdistanê, îro 5ê Hizêrana 2022yan, da zanîn ku Zîndana Elrayî li Bakurê Helebê, ku di bin destê komên çekdar de ya, wek ye Seydnaya lê hatiye, bi sedan ciwanên kurd ji bo wê zîndanê hatine veguhestin, çarenivîsa piraniya wan ne diyar ne malbat dikarin xwe bigihînin ne jî dengûbasên wan hene.

Rêxistinê anî ziman ku yek ji wan ciwanan Ronî Mihemed Ebdulfetah e ku bi Ronak tê naskirin, 29 salî ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ve ye, ku ji 31ê Nîsana 2018an ve ji aliyê çaekdarên Cebha Elşamiyê ve hatibû binçavkirin, û ji bo baregeha xwe biribûn, lê piştî demekê li gel bi sedan ciwanên kurd yên Efrînê, ji bo bajarokê Elrayî veguhestin, tevî ku malbatê hewl da ku rewşa wî di rêya yasa re asayî bikin, ji ber ku bi neçarî ji bo leşkeriya neçar ya PYDê hatibû tevlîkirin, dîsa hewl pûç bûn.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê bal kişand ser wê yekê jî ku di vê dema dawiyê de ciwanê kurd yê ji beriya salan ve binçavkirî ye, karîbû peywendiyê bi malbata xwe re bike.

Beriya niha li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine ku welatiyên kurd di bin eşkenceyê de jiyan xwe ji dest dane û şehîd bûne, di nav wan de jinek jî heye.

Ş.E

207