ENKSê: PYDê di ber girtina dergehê de berpirs e

ENKSê: PYDê di ber girtina dergehê de berpirs e

May 12 2023

ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê berpirsiyaretiya girtina deriyê Pêşxabûrê xist stûyê rêveberiya PYDê de û got PYDê di ber girtina dergehê de berpirs e

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniya xwe de ku îro 12yê Gulana 2023yan de hatiye belavkirin gotiye: Rêveberiya PYDê di rêya deriyê Sêmalka rê neda kesên vexwendî ji serkirdeyên ENKSê bo merasîmên vekirina Mûzexaneya Barzanî ya Niştîmanî de, derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ku ew merasîm duh 11 mehê bi rê ve çûn.

ENKSê daye zanîn ku tevî aliyê Emerîkî destêwerdan kir da ku kesên vexwendî ji serkirdeyên ENKSê bi hêsanî derbas bibin, lê PYDê bû rêgir û rê neda, ew kiriyar jî berûvajî bangên dûrxistina karê deriyê ji encindeyên PKKê tên.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê amaje kir ku girtina deriyê dê bandoreke nerînî li ser şêniyên Rojavayê Kurdistanê bike, nexasim ew derî bi destpêşxeriya serok Mesûd Barzanî hatibû vekirin û gelek alîkarî derbas dikrin.

ENKS anî ziman jî ku ev kiryar di demekê de tê ku jiyana welatiyan zehmet bûye û di her warekî de têk çûye, di warê siyasî jî her diyalogek û danûstandinên kurdî kurdî têk birin dixwazin jiyana siyasî bi yekcarî ji nav bibin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bang li aliyê Emerîkî kir ku fişarê li ser PYDê bikin da ku dest ji binpêkirinên xwe berde û deriyê li hember her aliyekî veke û ji encindeyên siyasî bi dûr bixe.

116