Pêşmerge Peyva Pîroz û Watedar

Pêşmerge Peyva Pîroz û Watedar

Dec 12 2019

Pêşmerge Peyva Pîroz û watedar
Mahir Hesen

Pêşmergên Roj yên ku Welat di nav hestên xwe de yên bê sînor ragirtine û bidilekî dildarî ji bo doz û azadiya xwe dixebitin û dilebitin . Û ew hestên wa , yên bi bedewiya jiyanê ve girêdayîne , bi rojane mezin dibin . Em her roj bi rastiya Pêşmergên Roj re gava tavêjin û kêlî bi kêlî şanz û bextewar dibin . Ew bedewiya ku xwe ji pênûsê vedize û li ser lênûsê bi çirûskên hezkirinê rêz dibe bi navê Pêşmergên Roj aram dibe .

Ew pêyva zêrîn , pêyva pêşmerge , ya wek welat , wek çiya bêhempa , asê û bilind e ji dibistana ya ku bi serkirdiye û bi destê Berazaniyê nemir kevirê bingeha şoreşê hat danîn hatiye xemlandin . Bi leheng û mêraniya xwe Pêşmergên me dest bi vekirina rûpelên dîrokê kirin , û di bêdengiyê de hêzra xwe dorpêç kirin û di qada şer de vîn û dîrokê di damerzrîne û di afirîne ...

Ciwaniya her nayê pesndar ku li ser destên Serok Mesûd ava bûne , kedî û perwerde bûn , û bi xwîna xwe kurdistan himbêz kirin . Xwîna bi ava Dicle re herkî û ji deşt û zeviyên kurdistanê mizginiya rizgariyê axifî . Pêşmerge pêşenga gelê kurd zindî kiriye , û bibiryara evîna têkoşînê re bûye yek , sehw û metirsiya li ser xaka me hildiweşîne , kotekiyê diherifîne , û hember komkujî, qirkirin û zilm li ser kurdan tê meşandin rawestane , rihê niştîmanperweriyê vegerand , omîd û hêvî vejand .

Mirovayetiya ya ku hatiye berevajîkirin îro ji nû ve bi saya berxwedana pêşmerge şîn dibe , û Têkoşîna wa ne tenê bo pûçkirina înkara li ser kurda ye , li ser avakirine dewlata kurdiye.

Pêşmergê Kurdistanê, bi îradeyeke hesinîn û bi moraleke bilind li Nîştiman ava dike ,ew Nîştimanê , ji çiya, av, ba , cobar , zevî , xelk, ajel, daristan, mûzîk, çand , al , û ziman pêk tê. Her yek ji wan taybetmendiya xwe heye li ba Pêşmergên çeleng. Her yek xwe wek parêzerê welat binav dike , lê ne her yek parêzerê jîngeya vî welatî dike . Pêşmerge hember kesên ku Netewa me di qonaxa dîrokê de , operasiyonên parçekirina wê digeriyan sekinîn , wisa têkoşîn peyda dikirin ku ev xebat berdewamî xwe biafirîne, zêde bike, berfireh bike û kûr bike .

Bîrewerîya dîrokî û bîrewerîya civakî Pêşmergatiye , herî zêde hestên neteweyî re pirr têkildarin û bi berdewamî perjewendîyên giştî yên Kurdistanê di xebitin . Pêşmerge di nav Kurdan de geşbûna hestên yekbûnê ne , peydabûna Çand û kulturê lihevkirinê ne .





Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1366