Endamekî PDKSê koça dawî kir
Nov 06 2018
Roja Yekşemê 4/11/2018 endamekî Paritya Demoqrata Kurdistan Sûriya li Elmaniya koça xwe ya dawî kir .
Li gor malpera fermî ya PDKSê ku di encama kirîzeke dil de endamê komîta herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya Salar Mehmûd Hubu li Elmaniya koça xwe ya dawî kir .
Li gor heman malperê ku navbûrî ji ber ku daxwazkirîbû ji aliyê istixbaratên rêjîma Esed ve, ji despêka şoreşa Sûriyê li gel malbata xwe berê xwe dabû Turkiyê û ji wir berê xwe de Elmaniya.
Salar Mehmûd Hubu ji dayîkbûyê bajarê Amûdê 1961ê ye û biryar e li Amûdê bi xak were spartin .
Ş.E
422
