Serokê Herêma Kurdistanê: Qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê de bilind dinirxînim
ARK NEWS... Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ÎBeşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê de û rola wan ya berbiçav û keda wan ya di proseya avadankirina Kurdistanê de bilind nirxand.
Nameya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di 1ê Gulanê ev e:
1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran, bi germî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê û sendîka û rêxistinên karkeran pîroz dikim.
Beşdarbûn û qurbanîdana karkerên Kurdistanê di şoreşê da û rola wan ya berbiçav û keda wan ya di prosesa binyatdanan û avadankirina Kurdistanê da bilind dinirxînim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Bi vê minasibetê, tevî nîşandana hemû piştevaniyê ji bo maf û daxwazên rewa yên karkeran, tekezî li ser pêwîstiya hebûna qanûnek modern ya kar ji bo parastina mafên karkeran û dabînkirina bingehek selamet, jîngehek minasib û bi dirustî rêkxistina demjimêrên kar û wekhevî di derfetên kar da dikin. Divê zêdetir girîngî bi jiyan û jiyara karkeran û malbatên wan bê dan û sendîka û rêxistinên karkeran ji bo mafên wan bi çalaktir bixebitin.
Em silav û rêzên xwe ji bo kesûkar û malbatên karkerên di dema kar da jiyana xwe ji dest dane dişînin û erkê aliyên peywendîdar e ku bi her awayî alîkarî û sexbêriya wan bikin.
Yekê Gulanê li hemûyan pîroz be û bêhnvedanek aram û bextewer ji bo karkeran dixwazim.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.05.202
313
