Serok Barzanî bi koçadawiya rojnamevan Kamîran Merî nameyek belav kir

Serok Barzanî bi koçadawiya rojnamevan Kamîran Merî nameyek belav kir

Oct 01 2020

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî nameyek bi koçadawiya rojnamevan Kamîran Merî belav kir. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin min nûçeya koça dawî ya medyakar (Kamîran Mer`î) bihîst.

Pirse û serxweşiyê li malbat û xizm û hevpîşeyên xwedê jêrazî Kamîran Mer`î dikim, xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî Kamîran Mer`î bi bihûşta fireh şad bike, hedar û aramiyê jî bi malbat û kesukarên wî bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
30 ê Eylûla 2020

463