Tiramp: Ez amade me aboriya Turkiyê birûxînim

Tiramp: Ez amade me aboriya Turkiyê birûxînim

Oct 15 2019

ARK NEWS .. Serokê Emerîka dibêje ku ew amade ye aboriya Turkiyê birûxîne, û Wezareta Gencîne ya welatê wî dê danûstandinên bazirganî bi Turkiyê re rawestîne.

Donald Tiramp Serokê Emerîka di twîtekê de ragihand ku welatê wî dê sizayan bi ser Turkiyê de bisepîne, û bi taybet Wezareta Gencîne ya Emerîka dê danûstandinên bazirganî bi Turkiyê re ku bi buhayê sed miliyar dolarên Emerîkî ye rawestîne.

Her wiha Donald Tiramp Serokê Emerîka got ku welatê wî dê bacê li ser kel û pelên ji Turkiyê bo Emerîka têne veguhestin pêncî ji sedî zêde bike.

Zana Ibarahîm

1047