ENKSê Akîto pîroz kir û bangek arastey cîhanê kir

ENKSê Akîto pîroz kir û bangek arastey cîhanê kir

Mar 31 2020

ARK NEWS... Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, îro 31ê Adara 2020î, pirozbahiyek bi hatina cejna Akîto belav kir. Tê de banga rawestandina şer û pevçûnan, û tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi rênima û rêkarên xweparastinê kir.

ENKSê di nameya xwe de, gelê Suryanî Aşûrî li her cihekî bi hatina cejna Akîto, serê sala Babilî, pîroz kir.

Di nameya ENKSê de hewriha hatiye jî: Cejna Akîto îsal di rewşeke awerte de tê, ji bilî ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe di çarçoveya nêzîkî deh salan ve, rastî êş û azaran tên, niha jî bi ser wê de, sawêlek din derketiye, ew jî peteya koronayê ye, ku bi dehê hezaran ji derencama wê nexweşiyê bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKSê banga hevgirtin û yekrêziyê û rawestandina şer û tundûtûjiyê, û rêzgirtina mafê mirovan ji bo rûbirûbûna vê petayê kir. Di heman demê de banga li gel kir ku pabendiyê bi rêkarên xweparastinê û cîbicîkirina rênimayên tenduristî bibin.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di dawiya nameya xwe de hewriha banga kûrkirina rewana hevbeş navbera gel de kir da ku bi pêkve rewşa metirsîdar derbas bikin.
Ş.E

494