Efrîn .. Derzîlêdan û dermanpêdana zarokan dest pê kiriye
ARK NEWS .. Li navenda bajarê Efrînê û navçe û gundên wê hilmeteke berfereh ji bo dermanpêdan û derzîlêdana zarokan dest pê kiriye .
Li gor jêdereke taybet ji ARKê re ragihandiye ku hilmeta dermanpêdana nexweşiya sorikê ku bêtir zarok rastî wê nexweşiyê tên ji roja Şemiyê 3/11/2018 dest pê kiriye û ta rêkefta 19/11an wê berdewam bike û ew hilmet bi hemahengî navbera Encûmenên Xwecihî û tîma dermanpêdana Sûriyê dest pê kiriye û dê hemû taxên bajêr û gundên wê li xwe bigre.
Hilmeta dermanpêdan û derzîlêdana zarokan li gor pêwerên rêxistina tendirustiya cîhanî ye û ji aliyê rêxistina Yonîsêf ya taybet bi zarokan hatiye pêşkêşkirin û zarokên ji şeş salî ta 15 salî wê sûdê jê bibînin .
Jêderê herwiha da zanîn ku ji bilî wê yekê navenda AYDA –B H J li navenda bajarê Efrînê hatiye vekrin û ew ê jî ji bo pêdana dermana giştî ji bo nexweşiyên cur bi cure ku li taxa Eşrefiyê ye û ew dê bi şêweyekî berdewam kar bike .
Li gor agahiyan û rûpelên Encûmenên Xwecihî ku serokên Encûmenan bi xwe beşdarî di vê hilmetê de dikin û serpireştiya çawaniya birêveçûna karê wan dikin.
Ji ber şerê ku hatiye serê Efrînê piranîya dezgehên fermî ji kar hatibûn xistin û navendên tendirustî yek ji wan dezgehan bû lê hêdî hêdî jiyana siruştî bi vîna xelkê Efrînê vedigere weke berê û êdî pêdiviyên rojane têne dabînkirin .
Ş.E
646
