19 Sal ser koçadawiya hunermend Ednan Dilbirîn re derbas bû

19 Sal ser koçadawiya hunermend Ednan Dilbirîn re derbas bû

Nov 04 2018

ARK.NEWS .. Hunermendê Çiyayê Kurmênc hunermend Ednan Dilbirîn ji hunermendên bi rol û bandor li ser hunera Efrînê û Rojavayê kurdistanê kiriye ku bandora wî ne kêmtir e ji hunermendên Efrînê wek Cemîl Horo, Bavê Selah û Mihemed Elî Tico .

Ednan Dilbirîn sala 1956an li gundê Dêriswanê yê navçera Şera ya Efrînê ji dayîk bûye, û biçûkaniya xwe li gund derbas kir û bi stranan ve hat girêdan û gelek stranên wî ji nivîsa wî ne .

Leşkeriya xwe ya neçar li bajarê Qamişlo kir, û piştî wê 1979an jiyana hevjîniyê pêk anî û jiber tunebûna kar li gund neçar bû berê xwe bide Helebê û li wê derê jiyana hunerî bi fermî dest pê kir nexasm piştî mala xwe veguhest xuleke rahênanê .

Ednan Dilbirîn gelek stranên filklorî vejandine wek Zêneb û Eyşa Îbê û stranên wî yên netewê jî hene lê piraniya stranên wî evînî ne û heşt kasît tomar kirine.

Gelek stranên wî ser asta çar perçên Kurdistanê belav bûne wek strna Efrîn hato ku bûye wek sunbil û diruşma nasnameya Efrînê û ji aliyê hunermendên Kurdistanê ve hatiye gotin herwiha strana Her Bijî Diyar Bekir û Sewda Sewda.

Sala 1999an bi vexwendineke fermî berê xwe da Elmaniya û di ahangan de beşdar bû piştre ji bo Yûnanê hate vexwendin lê qedera wî ew bû ku dawî bi jiyana wî were û di wê ahangê de beşdar nebû .

Xelîl Armanc Efrîn ji ARKê re wiha ser hunermend Dilbirîn axivî : Deng û vedenga Dilbirîn ne kêmtir e ji hunermendên din yê Efrînê wek Bavê Selah, Mihemed Elî Tico, Cemîl Horo, Reşîd Hem Gulîn, Elî Ebû Îska ,Hec Nazî û Ebdê Şe'rê û Umer Cemlo û bandora wî gelek ser hunera kurdî heye,

Xelîl Armanc Efrîn hêvê kir ku kesên stranên wî dibêjin bila bi nav bikin da ku stranên Ednan Dilbirîn û hunera wî wenda nebe.

Nasnava wî Mûse ye lê navê dilbirîn çîroka xwe ya taybet heye li gor hevjîna Dilbirîn ragihandiye ku dema di leşkeriya neçar de bû xeber jêre çû ku dayîka wî jiyana xwe ji dest daye lê di destpêkê de bawer nekir piştre dema berê xwe da gundê xwe dît ku xeber rast e û çû ser gora dayîka xwe û dagirî ji wê demê de nav li xwe kir Dilbirîn .

4/11/1999 dema li ahangekê li Kefircenê yê Efrînê vedigeriya Helebê li ser riya Helebê li gel bira û kurê xwe re rastî rûdaneke hatûçûnê hat di encam de jiyana xwe ji dest da .
Bi deh hezaran ji heskiryên wî di merasîmên bixakspartina wî li gundê Dêrswanê yê navçeya Şera ya Efrînê beşdar kirin .


Ta roja weke îro hijmarek mezin ji hunermendên kurdistanê wek Beytûcan Xêro Ebas Fatê Alîn Hikmet Cemîl stranê wî dibêjn .

Ş.E

.

.

824