Li Serê Kaniyê bi tenê 40 kurd mane ew jî kal û pîr in
AKR NEWS... Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, kurd tê de nemane, mal û mulkên wan hatin desteserkirin.
Bajarê Serê Kaniyê ku di 2019an de ket bin destê Turkiyê û komên çekdar de, piraniya kurdan jê derketin û berê xwe dan cihên din.
Derbider û penaberên bajêr tekez dikin ku êdî rêjeya kurdan li bajêr ji 100, yek jî nemaye,
Derbiderekî kurd ji ARKê re da zanîn ku bi 40 kes li Serê Kaniyê kurd mane ew jî kal û pîr in.
Ameje jî kir ku mal û mulkên wan ji aliyê çekdarên oposizyona Sûriyê ve hatine desteserkirin.
Penaber û derbider bang li Netewên Yekgirtî dikin ku rêyeke ewleh bidin da ku vegerin û komên çekdar derxînin.
Ş-E
199
