Naveroka hevpeyvîna nivîskar Hemê bi Dr. Beşar re

Naveroka hevpeyvîna nivîskar Hemê bi Dr. Beşar re

Aug 27 2019

ARK NEWS .. Nivîskarê Kurd Cemal Hemê li ser rûpela xwe ya fermî li Fêsbûkê hevpeyvînek bi Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, û Cigirê Serokê Itîlafê, di 25ê Tebaxa 2019an belav kir . Kopiya erebî ji wê hevpeyvînê gihişt Dezgeha ARKê, û wiha me wergirandiye :

Pirsa 1 – Di nerîna te de kar û bicîanîna ENKSê lawaz bû ? Sedem çi ne? Kî ne ew kesên ku li ser lawazkirina ENKSê kar kirin? Gelo ENKSê peşekî li berpirsiyaretiya siyasî, rewiştî, û mirovî ji derencamên kerasetî ya ku Rojava gihiştiyê, radike ? Ji sedî çend ji van kerasetan berpisiyaretiya ENKSê ye ?

Bersiva1 – Belê karê ENKSê bi tekezî lawaz bû, ev yek hemû dizanin, lê sedem gelek in, jê ektera bîroqratî di standina biryaran û çawaniya damezrandina şandan, û nebûna pisporan û tunekirna rola wan, û gelek sedemên din, em nikarin berpirsiyaretiyê têxin stûyê aliyekî yan kesekî, lê berpirsiyaretî zêde dibe di dema lawazbûna karê ENKSê di navendên biryaran de , di nerîna min de rola sereke ji keraseta ku li Rojavayê Kurdistanê rû daye, PYDê ye û bi şêweyekî pilankirî bû, lê nayê wê watê ku guneh nakeve stûyê ENKSê de, ji ber ku hêzeke siyasî û gelerî ye . Diviyabû pilan û pirogiram ji xwe re daniban, herî kêm kiryar û derencamên PYDê li ser civaka Kurdî kêm kiriban , em nikarin ji sedî rêjeyê destnîşan bikin, ji ber ku pêwîstî bi amar û rapirsînan di vî warê de heye.

P2- Gelo hûn wek ENKSê, û beşek ji opozisyona Sûriyê, êrîşa Turkiyê li ser Efrînê we karîbû rawestandiba ? Êş û azarên Kurdan kêm bikarana ? We alîkarî ji şêniyên wê re pêşkêş kirin ? Eger erê, we çi pêşkêş kir ? Eger na, Çima we tişt ji Efrînê re pêşkêş nekir ?

B2- Ez dê tiştekî bibêjim, kêm ji Kurdan dibêjin, PYDê aliyê tekane ye berpirsiyaretiya çûna Turkiyê ji bo Efrînê radike, PYDê beşê sereke ji PKKê ye, ku PKKê li ser lîsta terorê li cem Emerîka, Ewropa, û Turkiyê ye, şer navbera wê û Turkiyê de heye, ez bawer im ku êrîşên Turkiyê yên leşkerî li ser baregehên PKKê li Kurdistana Iraqê, ji kesekî ve ne veşartî ne, bi taybet li Çiyayên Qendîlê, wê çawa her kesek mejî di sere wî de hebe, dê hizir bike ku Turkiyê dê bihêle PKKê di rêya baskê xwe yê Sûrî re, li ser herêmên sînorî wek Efrîn, Kobanê , Cizîrê kontirol bike, PKKê hewil da di rêya baskê xwe li Sûriyê şerê bi Turkiyê re veguhezîne herêmên Kurdî li Sûriyê, û hemû çalakiyên xwe ji bo du rêyan bûn .

Yekem : Qirkirin û tunekirina Kurdên beşdar di şoreşê de, û yên dijî rêjîmê.

Duyem : Ji raya giştî re dane zanîn ku doza me bi Turkiyê re, ne bi rêjîma Sûriyê re ye, lewma çûna Tirkiyê pêşbînîkirî bû, herwiha ew tişt li ser Rojhilata Ferêt jî tê cîbicîkirin, di nerîna min de kêmkirina êş û azarên şêniyên Efrînê di karînê de bû, eger ENKSê ji hevkêşa siyasî têbigihişta, û xwe wek hevpar di parastina Efrînê de, û rêvebirina wê di rêya Turkiyê re bida zanîn, lê ev yek çê nebû .

Li gor agahiyên min, aliyên Kurdî li Sûriyê di nav de ENKSê tu alîkarî pêşkêş nekirine, eger hebin nagihîne asta pêwîst ya ku bihêle guhertineke erênî di jiyana xelkê me de çê bike .

Lê çima alîkariyên pêwîst nehatine pêşkêşkirin di du sedeman de ez ê bi kurtî bibêjim :
helwêsta siyasî ya ENKSê ku tûj bû li hember Turkiyê, ji her derfetekê ji pêşkêşkirina alîkariyan bêpar kir, ji ber ku her alîkariyek divê di rêya Turkiyê yan rêjîmê re derbas bibe.

Duyem : Lawazbûna karîn û şiyanên darayî yên ENKSê .

P3- Gelo rast e we êrîşa Turkiyê pîroz kir, û hûn pê re bûn ? Rast e hijmarek ketîbe û girûpên çekdarên Kurdan yên we, di nav opozisyonê de kar dikin, di şerê Efrînê beşdar kirine?

B3- Min bi xwe tu daxuyanî di vê derbarê de nedane, ji ber ku tu cih û pileya min ya fermî di wê demê de tune bû ku ez daxuyaniyên wiha bidim, lê ez tekez dikim, û bi zelalî dibêjin ku PYDê bi tena xwe berpirsiyaretiya çûna Turkiyê bo Efrînê radike, û tu girûpên çekdar yên Kurdan di nav refên opozisyonê de, tune ne, bi tenê hêza ENKSê li Kurdistana Iraqê ye. Eger hêzek leşkerî bi destê min da be, min ê destê xwe daniya li ser herêmên Kurdî, û tê de demoqratî û pêkvejiyan di nabvera pêkhateyan û azadiya çalakiya siyasî û ragihandinê û rêxistinên civaka sivîl û mafê mirovan, li gor pîvanên navdewletî berbelav kiriba . Herwiha kar li ser danîna têkilêyên baş bi cîranên xwe li ser berjewendiya hevbeş, û tekezî li ser wê yekê ku doza Kurdî li Sûriyê doza niştîmanî ye, û çareseriya wê li Sûriyê ye .

P4- Gelo Turkiyê û aliyên din yên opozisyona Itîlafê Vîto ji vegera Pêşmergeyên Roj bi kar tînin, çi dihêle Pêşmerge derbas nebin?.

B4- Ev pirsa girîng gelek pirsan tîne holê. Kijan alî di ENKSê dikare bi navê Pêşmerge danûstandinê bike, û bi navê wê hêzê biaxive, gelo ew alî tu carî Itîlaf yan Turkiyê re danûstandin ji bo vegera Pêşmergeyan kirine, eger belê be, bila ew alî derancamên danûstandinên xwe rabighîne, ez wek Cigirê Serokê Itîlafê, dibêjim ku Itîlaf li Pêşmerge wek hêzek niştîmanî dinêre, bi tenê aliyê tekane ya ku Vîto ragihandiye PYDê ye, û bi çete ew hêz bi nav kir .

P5- Rola we di Herêma Aram de çi ye ?
B5- Piştî civînên birêz Kamîran Haco û Ibrahîn Biro bi Wezareta Derve ya Emerîkayê re, her tiştek ragihandin û hemû tişt eşker ye, pêwîst nake ew dûbare bikin .

P6- PKKê dê ji bo Qendîlê vekişe yan dê şer bike ?

B6- Tu piroje li cem tune ne ji bilî stûxwarkirina ji biryarên Emerîkî re

P7- Derfet li pêşiya Kurdan maye yan dem bûrî ? û çare çi ne ?

B7- Dem ne bûrî ye, hîn çareseriya siyasî pêk nehatiye, lê kiryarên PYDê ziyanek mezin gihand doza Kurdî, bêtir ji kiryarên şofînî û nijadperestî yên rêjîmê, lê tevî wê yekê lihevkirinek li ser dayîna mafê kurdan heye û divê em têkilî û peywendiyên xwe bi hemû aliyan re xort û hêz bikin, nexasim Partiya Demoqrata Kurdistanê PDKê û ji bi serkeftinên û ezmûnên wan sûdê werbigirin .

Wergirandin ji bo Kurdî : Ş.E - Dezgeha Azadiya Rojavayê Kurdistanê ARKê
.

644