Sê malbat vegeriyane ser zêdên xwe li Efrîna R. Kurdistanê
Tevî binpêkirin û destdirêjiyan, hilmeta vegerandina malbatên penaber û derbider bo warên xwe li gund û navçeyên bajarê Efrînê R.Kurdistanê berdewam e.
Jêderekî taybet ji ARK Newsê re ragihand ku sê malbatên kurd ên penaber û derbider vegeriyan bajarokên xwe li navçeyên Mabata û Bilbilê yên bajarê Efrînê li R. Kurdistanê.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku du malbat ji Turkiyê vegeriyan navenda navçeya Mabata, û malbatek jî ji bajarê Helebê vegeriyan gundê (Bîbaka) yê navçeya Bilbila.
Li gor amarên “ARK”ê, ji destpêka sala 2024an ve, bi dehan malbatên “penaber û derbider” vegeriyane gund û navçeyên bajarê Efrînê r. Kurdistanê.
181
