Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê peyamek hevxemiyê arasteyî gelê Lubnanê kir
Aug 05 2020
ARK NEWS..Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxiyên xwe û daxwaza selametiya brîndarên teqînên Beyrûd a paytexta Lubnanê kir.
Mesrûr Barzanî Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê di twîta xwe de diyar kir: Bîr û hestên me li gel hemû qurbaniyên teqînên li Beyrûdê ye, Hukimeta herêna Kurdistanê amadeyî piştgirî û alîkariya gelê Lubnanê, di vê dema hestyar de ye. Sersaxiyên xwe digihînim malbatên, ku kesên xwe jidest da yî û daxwaza selametiyê digihînim brîndaran.
Di teqîna Beyrûdê de, bi dehan kes jiyana xwe jidest dan e û bi hezaran kesên din jî brîndar bûn e.
321
