ENKSê bang li PKKê dike:

ENKSê bang li PKKê dike: "Ewlekariya herêmê têk nedin"

Jun 06 2021

ARK NEWS... Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi tundî êrîşên PKK li ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin, û bnag li aliyên Kurdistanî kir ku helwêsteke yekbûyî di vê derbarê de bistînin. Di daxuyaniya ENKSê de hatiye:

Di rêkefta 5ê Hizêrana 2021ê, çekdarên ser bi PKKê ve grûpek ji hêzên Pêşmerge li çiyayê Metîn ya navçeya Amîdî li parêzgeha Duhokê ya herêma Kurdistanê aramc kirin, tê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û hejmarek din jî birîndar bûn.

Daxuyaniyê aniye ziman: ENKSê bi tundî vê êrîşê şermezar dike û bang li PKKê dike ku rêzê li yasayên herêma Kurdistanê bigire, û destêwerdanê di karûbarên hundirîn yên herêma Kurdistanê de neke, û aramî û seqamgîriya wê têk nede, herweha bang li hemû aliyên Kurdistanî dike ku bi berpirsiyaretî li hember vê yekê rawestin û bi yekhelwestî ji destêwerdana PKKê di karûbarên herêma Kurdistanê de bigirin ber û van kiryarên ku gefa aramî û seqamgîriya herêmê didin şermezar bikin.

ENKSê bang li hikûmeta Turkiyê û PKKê dike ku rêzê li serwerî û ewlekariya şêniyên herêma Kurdistanê bigirin û nakokî û şerên xwe ji bo herêmê venguhêzin.

Di dawiyê de, Encûmena Niştîmanî ya kurdî li Sûriyê sersaxî ji serkirdayetiya herêma Kurdistanê û malbat û kesûkarên şehîdan, û dilovanî ji şehîdan re xwest herweha hêviya aramî û tendirustiya baş ji birîndar re xwest.

Ş.E

438