ENKSê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir

ENKSê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir

Nov 26 2018

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li darxist û di civînê de çendîn mijarên girêdayî bi rewşa niha ya ku Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe hatine gotûbêjkirin .

Di civînê de rêkeftin li ser karnameya civînê hate kirin , û rewşa Sûriyê bi giştî , û bi taybetî gefên Tirkiyê li ser navçeyên rojhlatê çemê Feratê , û dilgiraniya gelê kurd derbarê gefên Tirkiyê hatine gotûbêjkirin .

Hewreha di civîna Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê de behsa karê rêxistinî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê , û çaweniya ektîvkirina karê ofîsên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di belavkirina rihê pêkevejiyanê navbera tevaya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de hate kirin.

477