Rêvebiriya PYDê sotemeniyê li ser sedan dezgeh li Hesekê qut dike

Rêvebiriya PYDê sotemeniyê li ser sedan dezgeh li Hesekê qut dike

Jun 22 2024

Çavkaniyên xwecihî eşkere kirin ku rêveberiya PYDê mazot ji gelek navendên girîng ên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê qut kir.

Jêderên xwecihî ji Ark News re ragihandin ku rêveberiya PYDê îro Şemiyê 22ê Hezîrana 2024an sotemeniya ku bi 2350 lîreyên sûrî dihat firotin ji "qahwexane, xwaringeh û kargehên blokan" li bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê qut kir.

Li gor jêderên xwecihî, hejmara dezgehên ku mazot li ser wan hatiye qutkirin, nêzîkî 670 dezgehên xwedan mulet, bi buhaneya ku divê sotemeniyê ji tiştên girngitire re were dabîn kirin.

61