Qamişlo.. ENKSê banga beşdariyê di xwepêşandaneke de ji bo azadkirina revandiyên xwe dike

Qamişlo.. ENKSê banga beşdariyê di xwepêşandaneke de ji bo azadkirina revandiyên xwe dike

Jun 29 2024

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê banga beşdariyê di xwenîşandaneke aştiyane de kir, ji bo azadkirina kesên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatine revandin, û li dijî kiryarên tepeserkirinê di rûbirûbûna azadiya raman û derbirînê de.

Li gorî wê vexwendinê, roja duşemê 01.07.2024, demjimêr 6 piştî nîvro, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li pîş baregeha Netewên Yekgirtî (NY) xwepêşandaneke aştiyane wê were lidarxistin

270