Nebûna alav û pisporan bû sedema jiyanjidestana zarokê Kobanê
Apr 02 2023
ARK NEWS... Li gundekî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî kurd kete bîrekê de, piştî çend demjimêran jiyana xwe ji dest da. Jêder tekez dikin ku nebûna alav û pisporan bû sedema jiyanjidestana zarokê Kobanê.
Salih Mihemed Hadî 8 salî bû, li gundê Dîhaban yê bi ser Kobanê, kete bîrekê de, tevî hewlên derxistin û rizgarkirina wî, lê bê sûd bû.
Jêderan tekez kirin ku tîmên xwecihî yên xwe gihandine cihê bûyerê, alav û pisporiya derxistina zarok tune bû, piştî hewl bi ser neketin, zarok Salih Mihemed Hadî jiyan xwe ji dest da.
273
