Turkiyê 300 çekdarên Sûrî  yên bi ser ve şand bo  Lîbyayê

Turkiyê 300 çekdarên Sûrî yên bi ser ve şand bo Lîbyayê

Dec 29 2019

ARK NEWS.. Ji bo piştevanîkirina Hikûmeta Wîfaqa Niştîmaniya Lîbyayê Turkiyê hejmarek çekdarên Sûrî yên bi ser ve şand bo Lîbyayê.

Rewangeha Sîriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku welatê Turkiyê 300 çekdarên Suriyê ku Turkiyê piştevaniya wan dike jobo Lîbiyayê hatin şandin daku beşdariyê di şerê navxweyî yê Lîbyayê de bikin.

Herweha Rewangehê da zanîn ku hejmara çekdarên Sûrî yên ku navên xwe tomar kirne ji bo biçin Lîbiya , û li serbazgehên Turkiyê têne rahînankirin nêzîkî 1000 çekdarî ne ,
Şandina çekdarên bi ser Turkiyê ve di demekê de ye ku Receb Teyib Erdogan serokê Turkiyê ragihandibû, ewê piştevaniya xwe bo Hikûmeta Wîfaqa Lîbiyayê zêdetir bikin.
.

455