Turkiyê kar ji bo vekirina dergeheke fermî navbera xwe û Efrînê de dike

Turkiyê kar ji bo vekirina dergeheke fermî navbera xwe û Efrînê de dike

Oct 15 2018

ARK NEWS .. Ji despêka derbasbûna Efrînê û Hikûmeta Turkiyê kar ji bo vekirina dergehekê navbera Efrînê ji aliyê navçeya Cindirêsê û gundê Hemamê û Turkiyê de dike .

Jêdereke taybet ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku dergeha kar li ser tê kir gelek darên Zeytûnan li xwe girtin û hatin birîn û ta niha kesên rastî ziyanê hatine nehatine qerebokirin angû tu tawîd ji wan re nehatiye pêşkêşkirin û ew yek bûye cihê nerihetiya welatiyên rastî ziyanê hatine û banga pêşkêşkirina qerboyekê dikin .

Ji aliyê xwe ve çalakvanekî kurd ji Efrînê ne xwest navê wî were eşkerekirin da zanîn ku ew dergeh wê sûdê ji xelkê Efrînê re dabîn bike û dê bibe dergehek bazerganî û cotkarên Efrînê wê sûdê ji derxistina berhemên xwe ji do dervey Efrînê bibînin eger rêgirî ji wan re nehat çêkirin .

Wî çalekvanî serbar kir ku ji ber ku riyên derdora Efrînê girtîbûn îsal berhemên demsalên wek Hinar, Gûz, Tirî û Sêvan li nav Efrînê hatin firotin û berhem derneket û gihişt asta ku yek kîlo Hinaran bi 50 lêreyên Sûrî hat firotin û eger ew dergeh were vekirin dê berhemên Efrînê ji bo Turkiyê û Cîhanê werin şandin û cotkar bi nurxekî buha wê bifroşin û bi taybet niha demsala Zeytûnan dest pê kirye .

Dergeha ku kar li ser tê kirin û li gor hin jêderên Sûrî ku wê li şûna dergeha Etma û Bab Elhewa cihê xwe bigre û wê bibe dergehek sereke ji bo bazirganiyê navbera Turkiyê û Efrîna Rojavayê Kurdistanê de .

Ş . E

655