Serkirde Seîd Umer nameyek pîrozbahiyê belav kir

Serkirde Seîd Umer nameyek pîrozbahiyê belav kir

May 24 2020

ARK NEWS... Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demokrata Kurdistan -Sûriya, Said Omer nameyek bi boneya Cejina Remezanê belav kir: Naveroka nameyê weke ku gihiştiye ARKê ev e:

Bi helkefta Cejna Remezana pîroz Sala 2020 Z, Her di van rojên herî sext, zehmet, dijwar û taybet de, Ez Cejina hewe yên hêja û qedirgiran û malbatên hewe pîroz dikim. Û Cejna Malbatên Şehîdên Kurd û Kurdistanê û hemî pêşmergeyên dilêr û qehreman û malbatên wan jî pîroz dikim.

Her wisa Cejna Serokê Xweştîvî û hemî gelê Kurd û Kurdistanê li her çar parçên Kurdistanê û li Cîhanê tevahî pîroz dikim.
Hêviya ku hemî rojên hewe yên hêja û birûmet kêf, xweşî, şahî û Cejin bin.

Bê guman tenduristiyeka zor baş û dûr ji giş êş, azar, derd û nexweşiyan be. Bi taybetî nexweşî û Vayrosa Korona ya mal xiraker.
Ji bo we her tim serkeftinê dixwazim .Ji bo Welat her tim aştiyê dixwazim. Ji bo gelê Kurd û Kurdistanê her tim azadiyê dixwazim. Ji bo me hemiyan her tim aştiyê û aramiyê dixwazim.

Dubare ez Cejina Remezana pîroz li we hemiyan pîroz dikim. Hêviya jiyanek dirêj û jiyanek xweş û bextewer bo we dixwazim.
Di gel rêz û silavên herî taybet.

Said Omer
24 - 5 - 2020

642