Kobanî.. Kirîza sotemeniyê berdewame û çandinî dereng ket

Dec 01 2023

Welatiyên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ji ber kirîza sotemeniyê dinalin, bi dehan otombêl bi demjimêrên dirêj di sireyê de bo bidestxistina Mazotê radiwestin.

Li gorî kurte vîdyoyekê ku gihîştiye ”ARK”, bi dehan otombêl di seriyê de li westgeha ”Mistefa Derwîş” li Kobanê bo bidestxistina sotemeniyê, rawestiyane.

Di vê derbarê de, jêdereke taybet diyar kir, ku kirîza sotemeniyê li Kobanê berdewam e û qiwalîtiya sotemeniya ku tê dabeş kirin xirab e. Serbar kir jî, ji ber berdewamiya kirîzê çandinî li deverê dereng ketiye û pêşîsazî û bazirganiya bajêr rastî ziyanan hatiye.

Hevdemê berdewamiya kirîza sotemeniyê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demoqratîk “QSD” de, çendîn jêder di nav de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez dikin ku QSDê pişka Rêjîma Sûrî û komên çekdar ji petrolê zêde kiriye.

245