Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî êrişa terorîstî ya li Misrê şermezar kir

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî êrişa terorîstî ya li Misrê şermezar kir

Nov 03 2018

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa duh a terorîstî li Misrê şermezar kir, ku di wê êrişê de 7 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Ev jî tekesta peyama Nêçîrvan Barzanî ye:

“Em bi tundî wê êrişa terorîstî şermezar dikin ku duh roja înê bi awayekî gelek hovane ser otobuseke sivîl li parêzgeha Minye ya Misrê hat kirin û têde hejmarek welatiyên Mesîhî canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Em sersaxiya xizmên qurbaniyan û gel û hikûmeta Misrê dixwazin, em hevsoz û hevxemê wan in. Xwedayê Mezin sebrê bide û qurbaniyan bide ber bexşandina xwe. Em hêviya şîfayê ji bo birîndaran dixwazin.

Encamdana vê tawanê ji aliyê DAIŞê ve, wê rastiyê nîşan dide ku têkbirina leşkerî ya terorê li bereyên şer û jêstandina axê bi tena serê xwe ne bes e û berdewamiya karên terorsîtî, civaka navdewletî dixe ber berpirsyariyeke mezin a yekxistina tawanan û hevahengiya zêdetir ji bo jinavbirin û nehiştina terorê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

3/11/2018”

358