QSDê zarokek ji Munbicê revand

QSDê zarokek ji Munbicê revand

Mar 27 2023

ARK NEWS... Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD zarokeke kurd li bajarê Munbicê revand.

Li gorî Tora Rawengeha Sûriyê ya mafê mirovan daye zanîn ku Ciwanên Şoreger yên bi ser Hêzên Sûriya Demoqratîk QSD ve zaroka kurd Cîhan Şêx Sof revand.

Heman jêderê tekez kir ku zarok 13 salî ye ji 26ê Adara 2023yan ve hatiye revandin ta niha tu agahî li ser tune ne.

Jêderê ameje pê kir ku revandina zarokan ji aliyê QSDê li deverên di bin destê wê de berdewam e.

Ş.E

118