Li Rojavayê Kordistanê 113 kesên nû bi Korona ketine

Li Rojavayê Kordistanê 113 kesên nû bi Korona ketine

Nov 22 2020

ark news ..Li Rojavayê Kordistanê 113 kesên din bi Koronayê ketine.

Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYDê ve ragihandiye ku di 24 demijmêrên bûrî de 113 kesên nû bi Koronayê ketine , 25 kes baş bûne , û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane .

Heman Desteyê da diyarkirin ku ji koma pêketiyan:
25 kes li Hesekê, 9 kes li Qamişlo, 16 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Dêre Zorê, 5 kes li Şehbayê, 17 kes li Kobanî, 24 kes li Tebqayê, 1 kes li Minbicê û 9 kes li Reqayê ne.

Li gorî amarên Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYD ku hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li seranserî Rojavayê Kurdistanê giheştiye 6591 kesî , ji wê jimareyê 957 kes baş bûne , û 176kesan jî canê xwe ji dest dane .

217