ENKSê li pêşiya Netewên Yekgirtî komkujiya Cindirêsê şermezar dike

ENKSê li pêşiya Netewên Yekgirtî komkujiya Cindirêsê şermezar dike

Mar 23 2023

ARK NEWS... Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bang li cemawerê kurd kir ku li pêşiya baregeha Netewên Yekgirtî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kom bibin û nerazîbûna xwe ji komkujiya Cindirêsê re nîşan bidin.

Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de got: Kombûn roja Yekşemê 26ê Adara 2023yan demijmêr 11ê sibehê bi rê ve diçe tê de di nerazîbûn li ser kiryara qirêj bi şehîdkirina 4 welatiyên kurd şeva Newrozê li Cindirêsê yê bi ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê nişan bidin.

Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn ku kombûn li pêş baregeha Netewên Yekgirtî li kolana 100 metrî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, û vexwendin giştî ye.

Ş.E

110