Îran radighîne ku çi dema ku Şam û Bexda bixwazin ewê xwe ji Sûriya û Îraqê vekşîne
Jul 13 2018
ARKNEWS : Rawêjkarê Rêberê Bilnid yê Îranê , Elî Ekber Wîlayetî ragihand, ku hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê û Îraqê tenê bo rawêjkaryê ye.
Wîlayetî her weha tekez kir ,ku çi dema ku Şam û Bexda bixwazin ,welatê wî amadeye xwe vekşîne .
Berpirsê îranî, amaje bi wê yekê kir, ku ew kesên ku dibêjn Rûsya daxwaza derketina Îranê ji Sûriyê kiriye ,armanca wan ew e ku yekîtiya di navbera Tehran û Moskoyê de têk bibin.
Wîlayetî serbar kir ,ku eger Îran û Rûsya niha ji Sûriyê xwe vekşînin, wê careke din teror vegere û Sûriyê kontrol bike.
E.U
664