Efrîn .. El Emşat agir bi mala pîreke kurd xist (VÎDIYO)
Oct 30 2018
Çekdarên El Emşat agir bi mala pîreke kurd li navçeya Şiyê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê xist û kel û pelên nav mala wî şewitandin.
Li gor jêdereke taybet ji nav navçeya Şiyê ji ARKê re ragihand ku di 17_10_2018 çekdarên Emşat agir bi mala Ferîda Xilo li kolana Şikaka ya Şiyê xist û kel û pelên nav mala wî şewitandin
Jêderê tekez kir ku sedema agirvêxistinê ew e da ku erebên li wê navçeyê hatine bicîkirin di mala wê were bicîkirin.
Ferîda Xilo bi hevjîna xwe re beriya çend salan berê xwe dabûn Lubnanê û li wê derê bibûn penaber .
Ş.E
622