Çekdarên PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa 3 endamên PDK-Sê rijd in
Çekdarên PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa endamên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya rijd in ku ta niha ji raya giştî re nedane xuyakirin ku sedem û tometên ku pê hatine revandin çi ne.
Ednan Ismaîl Remo ku endamê Encûmena Şaxî ya Partî ye di 12 Berçileya sala bûrî 2022yan li bajarokê Tirbespiyê yê gundewarê Qamişlo hatiye revandin, tevî derbasbûna zêdetirî 52 rojan hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Bilind Mela Ismaîl ku endamê Encûmena Herêmî ya Partî û endamê Desteya Sekretariya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava di 28ê Berçileya 2022yan de li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye revandin, tevî derbasbûna zêdetirî 39 rojan hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Ya her dawiyê Elî Necim Xencer e, ku endamê Encûmena Şaxî ya Partî di 28ê Çileya 2023yan li gundê Bane Şikeftê yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve hatiye revandin, hîn jî çarenivîs ne diyar e.
Di vê derbarê de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di dawîn daxuyaniya xwe de kiryarên PYDê di girtin, revandin û armanckirina endam û çalakvanên ENKSê, bi tundî şermezar kirin, û got ku ev kiriyar berûvajî sinc û pirensîpên mirovî ne û di çarçoveya siyaset qirkirin û tunekirina dengan û rêgirîkirina karê siyasî de tên. ENKSê bang li her aliyekî peywendîdar û berpir serbarî rêxistinên ku bawerî bi azadî û demoqratiyê dikin kir ku van binpêkirinên ku bêtir berê şêniyên kurd didin koçberiyê şermezar bikin, di heman demê de ji PYDê xwest ku rêzê li azadiya derbirîn û nerînan bigire û hemû girtiyan serbest berde.
Ev yek di demekê de ku hejmarek ji serkirde û endamên Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya wek Behzad Dorsin, Fûad Ibrahîm, Ehmed Sîdo, parêzer Idrîs Elo, Emîr Hamid, Nîdal Osman, û Cemîl Bavê Adil ji despêka şoreşa Sûriyê ve bi desê heman çekdarên PYDê revandî ne ta niha dengûbasên wan tune ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Ş.E
251
