Nêçîrvan Barzanî bo Nûnerê Emerîka: Em piştgiriyê li siberojeke baştir bo Kurdan li Sûriyê dikin

Nêçîrvan Barzanî bo Nûnerê Emerîka: Em piştgiriyê li siberojeke baştir bo Kurdan li Sûriyê dikin

Feb 18 2020

ARK NEWS... Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dê li ser hewlên xwe yên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê berdewam be û piştgiriyê her pêngaveke ji bo rêkeftin û yekxistina rêfê wan dikin ji bo bidestxistina maf û pêgeyeke baştir bo Kurdan niha û di paşeroja Sûriyê de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Duşemê 17.2.2020 pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Emerîkayê bo Karûbarên Sûriyeyê Cêms Cêvrî û şandeke pê re kir.

Herdu aliyan di civînê de pêşhatên herî dawî yên rewşa Sûriyê û hewlên navdewletî yên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û hewldanên ji bo vegerandina aramî û îstiqararî ji bo wî welatî û ragirtina şer û Kuştinê li Sûriyê gotubêj kirin.

Di civînê de tekezî li ser rol, amadeyî û bandora hêzên heremî û navdewletî yên li Sûriyê û pêwîstiya hevkarî û hemanhengiya di navbera hemû aliyan de ji bo dîtina rêçareyekê siyasî ya aştiyane û herwiha ji bo parastina aramî û seqamgeriya li navçeyê bi giştî hat kirin.

Di beşeke din ya civînê de pêşhateyên herî dawî yên rewşa Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeta ya wî welatî û helwesta Herêma Kurdistanê ya derbarê vê yekê de hat gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa metirsiya dubare derketina terorê li Iraq û Sûriyê û çawaniya rûbirûbûna wê bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin û herwiha behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hat kirin.

503