Nêzîkî 430 sivîl li Sûriyê di şeş mehên borî de hatine kuştin
Nêzîkî 430 sivîl li Sûriyê di şeş mehên borî de hatine kuştin.
Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di nîvê sala 2024an de 429 sivîl li Sûriyê hatine kuştin ji wan 65 zarok û 38 jinin, li gor raporta Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan, qurbanî bi vî awayî hatine belavkirin.
- 62 sivîl bi destê Rêjîma Sûrî hatine kuştin, ji wan 8 zarok û 4 jinin.
- 5 sivîl ji aliyê hêzên Rûsî ve hatine kuştin, ji wan 3 zarok û 1 jin.
- 4 sivîl ji aliyê terorîstên DAŞê ve hatine kuştin 1 jê zaroke.
- 12 sivîl ji aliyê hemû aliyên Opozisyona Çekdar û Artêşa Niştîmanî ve hatine kuştin, di nav de 1 zaroke.
- 18 sivîl bi destê Tehrîr El-Şam, hatine kuştin ji wan 1 zarok û 1 jine.
- 35 sivîl bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk hatine kuştin, ji wan 9 zarokin.
- 293 sivîl li ser destê partiyên din, ji wan 42 zarok û 32 jin hatine kuştin.
Tora navborî tekezî li ser pêwîste Rêjîma Sûriyê operesyonên bombebarankirina bêserûber, û armanckirina deverên niştecih, nexweşxane, dibistan û bazaran rawestîne.
Operasiyonên eşkencekirinê yên ku bûne sedema kuştina bi hezaran welatiyên sûrî di hundirê navendên girtinê de rawestîne, û pabendî bi biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî bike.
Herwiha pêşniyar kir ku hemû aliyên şer nexşeyên hûrgilî yên cihên ku mayin lê çandine pêşkêş bikin, bi taybet yên nêzîkî cihên niştecihbûna sivîlan.
254
