Xebatkar Cemal Silo Elî li Qamişlo koça dawî kir
Jan 30 2023
ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê koça dawî kir.
Xebatkar Cemal Silo Elî endamê Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, ku ew bi xwe jidaykbûyê sala 1962 li gundê Qastepan yê bi ser bajarê Dêrkê ve ye.
Di ciwaniya xwe de tevlî refên partî bûye, û kar û xebata mezin ji doza kurdî re kiriye. Piştî rûbrûbûna nexweşiyeke giran koça dawî kir.
Li goristana Wêstgeha kevin li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi xakê hate spartin.
65