Rola Pêşmerge di rizgarkirina Kobanî de nayê jibîrkirin

Rola Pêşmerge di rizgarkirina Kobanî de nayê jibîrkirin

Oct 29 2018

Piştî ku terorîstên DAIŞê bi tundî êrîş kirin ser Kobanî ji bo dagîrkirina wî bajêrê Rojavayê Kurdistanê û kêm mabû Kobanî bi temamî ketiba destê DAIŞê de, lê Serok Barzanî ragihand ku Pêşmerge amade ne alîkariya Kobanî bikin û Hêzên Pêşmerge jî karîn wî bajêrî rizgar bikin, ku ew rola Pêşmerge qet nayê jibîrkirin.

Roja 22.10.2014 Parlamentoya Kurdistanê derbarê rewşa Kobanî û daxwaza Serok Barzanî civiya û di wê civînê de biryar da ku li gorî yasayê Serok Barzanî Hêzên Pêşmerge biçin bo Kobanî, lewma jî Pêşmerge bi çekên corbicor ber bi Kobanî ve çûn.

Roja 28.10.2014 yekem karwanê Hêzên Pêşmerge ber bi Kobanî ve birê ket û li Başûr û Bakur û heta bi Rojavayê Kurdistanê Kurdan bi hêvî û bi pêşwaziyeke gerim pêşwazî li Hêzên Pêşmerge kirin.

Derbarê wê roja dîrokî Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanî erkekî niştimanî û neteweyî bû li ser milê Herêma Kurdistanê û hat cîbicîkirin. Pêşmerge karîn li Kobanî DAIŞ bişkînin, ku şervanên Rojava karîn ligel Pêşmegre bi tundî li DAIŞê bidin û wî bajarê Rojavayê Kurdistanê rizgar bikin, ji ber ku dema Pêşmerge çûn kêm mabû Kobanî ketiba destê DAIŞê de.”

Şêx Kemal wiha got: “Çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî bû sedem ku şervanên Kurd li Rojava bi alîkariya Hêzên Pêşmegre hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê bikujin û Kobanî bi yekcarî rizgar bû. Dîrok neberdiya Pêşmegre li Kobanî tomar kiriye û qet ji bîra Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê naçe, ku çawa Pêşmegre bi hewara Kobanî ve çûn, ew jî bi ferman û hewlên serkirdatiya Herêma Kurdistanê.”

Kew Ebdulah dayika wî Pêşmergeyê ku li Kobanî şehîd bû û navê wî Şehîd Zêrevan Ekrem bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Min ezîztirîn kesê xwe da Kurdistanê, ku cergê min bû. Bajarê Kobanî kêm mabû ku ketiba destê DAIŞê de, û kurê min Zêrevan yek bû ji wan Pêşmergeyên ku bi bo bergiriyê li Rojavayê Kurdistanê ligel Hêzên Pêşmerge çûbû Kobanî û roja 20.1.2015 şehîd ket. Çawa min wê rojê cergê xwe da Kurd û Kurdistanê, şanaziyê bi şehêdbûna kurê xwe dikim û amade me kurê xwe yê din jî bikim qurbanî axa Kurdistanê û bişînim parastina perçeyên din ên Kurdistanê jî.”

517