Serok Barzanî tekezî li ser bicîkirina rêkeftina Şengalê dike

Serok Barzanî tekezî li ser bicîkirina rêkeftina Şengalê dike

Jan 25 2023

ARK NEWS... Serok Barzanî pêşwazî li Nûnera Sekretera Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Cînîn Hêls Plasxart kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda hate guftûgokirin.

Herweha tekezî li ser pêwîstiya bicîhkirina rêkeftinnameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê asayîkirina rewşa Şengalê û vegerana koçberan kir.

Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û derbarê babeta hilbijartinê, Serok Barzanî tekez ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve hilbijartin bingeh û prensîpeke neguher e. Tekez jî li wê yekê kir ku divê îrade û berjewendiya pêkhatan liberçav bê girtin.


109