Piştî 3 salan ji revandinê, ciwanekî Efrînê hat berdan

Piştî 3 salan ji revandinê, ciwanekî Efrînê hat berdan

May 08 2021

ARK NEWS... Piştî bêtir ji sê salan ji revandinê ji aliyê grûpên çekdar ve, ciwanekî kurd serbest hat berdan.

li gorî jêdereke xwecihî ji Efrînê ji ARKê re ragihandiye: Welatiyê kurd yê bu navê Ednan Osman Şakîlo, Pêncşema bûrî di 6ê Mehê de, serbest hat berdan.

Heman jêderan tekez kir: Ciwanê kurd ji 13ê Nîsana 2018an ve ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin, û tu agahî li ser tune bûn.

Ciwanê kurd Ednan Osman Şalîko, ji şêniyên gundê Mereskê yê ser bi navçeya Mabeta ye, jidayîbûna sala 1982an e.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan dibêjin ku bi sedan welatiyên kurd di zîndanên çekdaran de ne, piraniya wan çarenivîsa wan ne diyar e, beşek ji wan ji bo Turkiyê hatin veguhestin.

Ş.E

1045