Serkeftina PDKê serkeftina her kurdekî ye
Serkeftina PDKê serkeftina her kurdekî ye
Şêxo Efrîn
Di hilbijartinên perlemana Iraqê ya îsal 2021ê de, Partiya Demoqratî Kurdistanê, serkeftineke bihêz bi dest ve anî, bêguman encamên wê ne biyanî û xerîb in, ku ji partiyekê weke PDKê derkevin.
PDKê weke xemxwarê aş û azarên Kurdistaniyan e, hilgirê projeya netewî ya kurdî ye, îsal 34 kursî bi tena xwe li perlemana Iraqê de misoger kirin.
Partiya Demoqratî Kurdistanê bi bê ku hevpeymaniyê bi tu partiyan re bike beşdarî di proseya hilbijartinan de kir, û wek ji her kesî ve xuya ye, partî xwe careke din çespand û got: Bi tena xwe bim jî ez karim bikim û ez ê bikim, herweha encamên van hilbijartinan di demekê de tê ku salvegera çaran ya dagîrkirina Kerkûkê ye.
Xiyaneta 16 Cotmeha 2017an
Beriya 4 salan komek ji partiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê xiyaneteke mezin kir, rê da nandozên Heşda Şabî û milîsên din ku Kerkûk û hin deverên Kurdistanî dagîr bikin. Di rastiyê de wê beşê xiyanetê fermana vekişanê da, pêşmerge eniyên şer bi cî hiştin, Heşda Şabî jî bi hêsanî derbas bû û pilana qirêj û gemar bi cî bû.
Hewlêr û Duhok hêlên sor in
Çekdaran bi Kerkûk bes nekirin, lê xwestin Hewlêr û Duhokê jî dagîr bikin, lê nizanîn ku neviyên Barzaniyê nemir herdem şiyar in û di amedebaşiyê de ne. Hêzên Pêşmerge bi vîna xwe li hember Heşda Şabî û hêzên Iraqî rawestiyan û destanên nayên jibîrkirin tomar kirin. Ji wê demê ve Kerkûk di rewşeke hejar de ye, PDKê bi rêbertiya serokê gelê kurd rêzdar Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî kar kirin ku Kerkûkê vegerînin.
Kerkûk vegeriya hembêza welêt
Pîştî 4 salan ji dagîrkirina Kerkûkê ji ber berdewaniya kar, wezareta Pêşmerge odeyek bi hêzên Iraqî re damezrand û Pêşmergeyên neviyên Barzaniyê nemir vegeriya bingeha K1, beriya çenda rojan jî dîsa Kerkûk bi ser ket û berbijêrên projeya netewî ya kurdî li Kerkûk û Şengalê bi ser ketin, ji ber ku mafperwer in û ji dil û can de xebatê dikin.
Serkeftina PDKê nameyek bihêz e ji xwefiroş û xakfiroşan re ye, ev serkeftin dê şûnên 16 Cotmeh ji nav bibe û PDKê herdem dê bimîne hilgirê projeya netewî ya Kurdistanê, madam heye kurd dê hebin û dê bi ser kevin û bi Kurdistaneke azad şa bibin.
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
1078
